Sûriye: Ti diyalogek di navbera me de tuneye

dibêje lazime Tirkiye mercên Sûriyeyê cîhbicîh bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje Tirkiye sozên xwe bicîh neaniye.

Wezîrê derve yê Sûriyeyê Feysel Mêqdad derbarê hewldanên Tirkiyeyê de yên bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê ragihand ku, heta niha Tirkiye ti sozeke xwe bicîh neaniye û Sûriye jî ne amadeye di rewşeke wisa de li gel Tirkiyeyê bicive.

Wezîrê derve yê Sûriyeyê Feysel Mêqdad li New Yorkê ji çapemeniyê re ragihand ku, heta niha ji bilî asta îstîxbaratî di ti asteke din de, Sûriye li gel Tirkiyeyê neciviyaye û di rewşeke wisa de Sûriye ne amadeye li gel Tirkiyeyê bicive.

Mêqdad herwiha diyar kiriye ku, Tirkiye sozên xwe yên ku, di çarçoveya rêkeftina Astanayê de dane, cîhbicîh nekiriye û heta wan sozan cîhbicîh neke û mercên Sûriyeyê jî bicîh neîne, Sûriye têkiliyên xwe li gel Tirkiyeyê normal nake.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.