Dibêje em helwesteke tund raber bikin.
Hewldanên Tirkiye û Azerbayicanê yên bo vekirina kirîdora Zengezor ya li ser sînorê navbera Îran, Azerbayican û Ermenistanê de berdewamin û di vê çarçoveyê de jî rayedarên Îranî berdewamin li ser nîşandana nerazîbûna Îranê li ser wan hewlan.
Piştî ku, Serokkomar û wezîrê derve yê Îranê gef kiribûn ku, ti hewlek bo guhertinên cogirafiya deverê qebûl nakin, îro jî Serokerkanê giştî yê artêşa Îranê gefeke nû kir û ragihand ku, vê Îran bêhelwest nemîne.
Serokerkanê giştî yê artêşa Îraqê Mihemed Baqirî diyar kiriye ku, Îran li hember vekirina kirîdora Zengezor û pêkanîna guhertinên cogirafî li ser sînorê xwe bê helwest namîne û eger pêwîst jî bike vê hêz were bikaranîn.
Nav hatî tekez kiriye ku, Îran ti guhertinek qebûl nake û li hember her şerek jî vê bi hêz û karînên xwe raweste.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin