Putin seferberiya giştî ya leşkerî ragihandibû.
Piştî ku, Serokê Rûsyeyê Wladimîr Putin seferberiya giştî ya leşkerî ragihand û gefa bikar anîna bombeyên etomî kir, welatên Ewrûpayî jî derbarê Rûsyeyê de biryareke nû dan.
Li gor gotinên berpirsê karûbarê ewlekarî û siyaseta derve ya Ewrûpayê Josep Borrell, welatên endam di nava YE de biryar dane daku, dorpêçên nû bixin ser Rûsye, berpirs û dezgehên curbicur yên hikûkmeta Rûsyeyê.
Borrell herwiha diyar kiriye ku, YE biryar daye dak, hevkariyên zêdetir jî di warê leşkerî, darayî û abûrî de pêşkêşî Ukraynayê bike.
Ji aliyeke din ve NATO jî li hember gefên Putin bêdeng nemaye û ragihandiye ku, Putin nikare di vê şerê han de jî serkeftî be û encamên vê şerê jî vê gelek zirarê bidin Rûsyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin