Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya.
Kêliyek beriya niha Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke ji wezareta berevanî ya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke Amerîkî ya bi Serokatiya Alîkara wezîrê berevanî yê Amerîkayê bo karûbarê ewlekariya navnetewî Celeste Wallander kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birin û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê û ev rêkeftina jihev fêmkirinê kir ku, vê derbarê dom kirina piştgîrî kirina hêzên pêşmerge û hemahengiya leşkerî û ewlekarî di navbera her du aliyan de îro tê îmzekirin.
Di berdewamiya civînê de me spasiya piştîvaniyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge bi taybetî di warê rûbirû bûna terorê û terorîstên DIŞIê de kir, bi taybetî ku, ev rêkeftina ku, îro tê îmzekirin di vê warî de gelek girînge, me herwiha tekez li ser xwesteka herêma Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan di tevahiya waran de li gel Amerîkayê kir.
Alîkara wezîrê berevanî yê Amerîkayê jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku, cîhê serfiraziyê ye îro li Hewlêrê ye bo îmze kirina ev rêkeftina jihev fêmkirinê ku nîşaneyeke bihêz ya têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê ye.
Reformên kabîneya 9an, bi taybetî reformên wezareta pêşmerge, girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî bi awayeke mayinde û li ser esasê destûrê çend mijarên din yên civîna me bûn ku, têda balyoza Amerîkayê ya li Îraqê Alina Romanowski û Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Irvin Hicks jî têde beşdar bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin