Serok Barzanî: Mamosteyên olî di şoreşa Kurdî de xwedan roleke girîng bûne

Serok Barzanî dibêje Mamoste û zanayên olî lazime hertim pêşengê civakê bin.
کوردستان TV
100%

Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê

Serok Barzanî bi minasebeta 52 saliya damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamî ya Kurdistanê peyamek weşand ku, ev jî naveroka peyamê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta derbasbûna pencih û du sal li ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza îslamê li Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê bi rênîşandan û raspardeya cenabê Barzaniyê Nemir biryareke girîng û karîger bû, ji bo bihêzkirina rola mamostayên olî li Şoreş û xebata gelê me û her wiha belavkirina dîndarî û xwedanasî û kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û rûbirûbûna hizra tundrewiyê. Li gel eve da jî rol û qurbanîdana mamostayan û zanayên mezinên Kurd yên ola Îslamê li pêşxistina nermî û hizra neteweyî û nîştimanperwerî û redkirina jêrdestiyê li dîroka mîlletê me da gelek ber bi çav bûye û bi piştrastiyê ve ew rol li qonaxa niha û paşerojê de jî girîng û bi bandor dimîne.

Li vê salvegerê da hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî ked û erkê wan yê pîroz dikim.

Xwedayê mezin pişt û penayê me hemû aliyek bê.

Mesûd Barzanî

21.09.2022

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.