Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayan kir

beriya 52 salan ev yekîtiya han hatiye damezrandin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê rola yekîtiya zanayên ola îslamî ya Kurdistanê girîng dinirxîne.

Îro çarşem bi minasebeta 52 saliya damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamî ya Kurdistanê Serokê herêmê peyameke pîrozbayî weşand ku ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi helkefta 52 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, bi germî li Serok û Mekteba Bicîhkar ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û hemû mamosta û zanayên olî pîroz dikim û serkeftinê jê ra dixwazim.

Bi vê minasebetê em bi rêz û hurmet li têkoşîna Yekîtiya Zanayan ya di qonaxên şoreş û azadiyê de dinêrin û silavan li giyanê şehîdên Yekîtiya Zanayan dikîn. Em rol, pêgeh û bandora Yekîtiya Zanayan û Mamostayên Olî di civaka Kurdistanê de, bi taybetî di pêşxistina pêkvejiyanê, lêborîn û rûbirûbûna tundrewiyê de bilind dinirxînin.

Em destxweşiyê li Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistanê dikin ji ber kar û hewlên wê yên ji bo bidestxistina mafên mamostayên olî û hemû piştevaniyê ji bo xizmetkirin û baştirkirina jiyana zana û mamostayên olî dupat dikin.

Xwedayê mezin bi me hemûyan re be û gel û welatê me biparêze.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

21.09.2022

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.