dêmenên lêdana Jîna Emînî hatin weşandin

Li seraserê Îranê xwepîşandan didomin
کوردستان TV
100%

Hêzên rejîmê jî berdewamin li ser êrîşên dijî xelkê.

Xwepîşandanên li Rojhilat û Îranê li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve didomin.

Li gor zaniyariyên berdest, li gelek bajarên Îranê duhê bişev jî xelk daket qadan û li dijî rejîma Îranê xwepîşandan kir û li çend bajaran weke Serdeşt, Urmiye, Tehran, Sarî, Reşt, Merîwan, Meşhed, Kirmaşan û Îlamê jî xwepîşander êrîşî ser hêzên rejîmê kirine, tirimbîlên hêzên rejîmê şewitandine û xelk soza berdewamiya xwepîşandanan daye.

Herwiha heta niha li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 6 kesên din ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin û zêdetir ji 100 kes jî birîndar bûne û gelek kes jî hatine girtin.

ji aliyeke din ve li hember gotinên rayedarên rejîmê ku, dibêjin kes li Jîna Emînî nedaye Jîna Emînî jiber nexweşiyê canê xwe ji dest daye, hên rayedarên Îranî yên ku, bo xwe jî li dijî rejîmê ne, dêmenên dema lêdana Jîna Emînî û çend jinên din belav kirine û ji xelkê re dibêjin bawer bi gotinên rejîmê nekin, ev dêmenin lêdanê ne.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.