Şandên leşkerî yên Îraq û Sûriyeyê civiyan

biryar dane bihev re ewlekariya sînoran biparêzin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa ewlekariya sînoran kirin.

Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Îraqê duhê şandên leşkerî yên Îraq û Sûriyeyê civiyane û di civînê de giftûgo li ser rewş û ewlekariya sînoran hatiye kirin.

Di civîna şandên han de, hewldan, hevkarî û hemahengiya navbera her du welatan bo parastina ewlekariya sînoran hatine nirxandin û şanda Îraqê tekez li ser berdewam kirina projeya lê kirina dîwar û rakêşana têlên ewlekarî li ser sînorê bi mebesta pêşî girtin ji hatina terorîstan ji Sûriyeyê bo Îraqê kiriye.

Her di heman civînê de her du şandên leşkerî biryar dane daku, hevkarî û hemahengiya xwe ya derbarê hewlên hevbeş yên bo parastina ewlekariya sînoran de zêdetir bikin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.