Sedir li dijî Berbijêrê aliyên şîe xwepîşandan kiribû.
Aliyên siyasî yên şîe ku, bi navê çarçoveya hemahengî eniyek li Îraqê ava kirine, di civîna xwe ya herî dawî de ku, duhê lidar xistine, tekez li ser vê yekê kirine ku, Berbijêrê wan bo postê Serokwezîriya Îraqê dîsa Mihemed şeya Elsûdaniye û nayê guhertin.
Beriya niha jî çarçoveya hemahengî heman kes Berbijêr kiribû, lê tevgera Sedir ev yek red kiribû û li dijî wî xwepîşandanên mezin jî organîzekiribû, lewre tê payîn ku, dîsa rewşa Îraqê aloz bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin