Nunerê Tebrîzê pişta rejîma Îran şikand

dibêje rejîm diz û fasiqe.
کوردستان TV
100%

Dibêje ev rejîm diz û fasiqe.

Nunerê bajarê Tebrîzê yê li parlementoya Îranê Mesûd Pizişkiyan duhê di dema pêşkêş kirina gotareke xwe de ya li bajarê Tebrîzê ragihand ku, di wan rojan de li gelek cîhan daxwaz jê tê kirin ku, gotaran pêşkêş bike, lê jiber nebûna azadî û şaş bikar anîna dînê ji aliyê rejîmê ve vê yekê nake û naxwaze weke rayedarên rejîmê bo xelkê direwan bike.

Mesûd Pizişkiyan di beşeke din ya gotara xwe de behsa kuştina keça Kurd Mehsa Emînî ji aliyê hêzên rejîmê de dike û dibêje, me beriya 40 salan şoreş kir daku, rewşa xelkê baş bikin lê mixabin niha ez bi asanî dibêjim ku, rewşa xelkê di serdema şah de gelek baştir bû ji rewşa niha.

Çawe dibe tu jiber ku, porê keça xelkê li derveye, vê binçav bikî û pişt re jî cenazeya vê radestî kesûkarên vê bikî? Ev çi dine? Ev çi zilme? Xwedê rehmê bi me û zarokên me bike.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.