Duhê bişev bi 3 mûşekan êrîşî ser navendeke hêzên hevpeymanan hatiye kirin.
Hevpeymaniya cîhanî ya bi pêşengiya Amerîkayê ragihand ku, duhê bişev li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi mûşekan êrîşî ser navendeke leşkerî ya hevpeymanan hatiye kirin.
Di daxuyaniya hevpeymaniya cîhanî de hatiye gotin ku, bi 3 mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya me ya li gundê Kesikê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin lê ti zirarên êrîşê nebûne û êrîş hatiye pûçkirin.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, mûşekan 4an jî yaku, bo avêtinê hatibû amadekirin di 5km vê navendê de hatiye dîtin û niha lêkolîn li ser êrîşê didomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin