Rayedarekî Îranî tecawiza keçeke 15 salî ya Belûç dike

malbeta keça tecwizlêkirî doz vekiriye lê hêzên rejîmê gef li malbetê dikin.
کوردستان TV
100%

Di dema lêpirsînê de tecawiza vê kiriye.

Li gor nûçeyeke malpera halweş yaku, taybete bi nûçe û bûyerên li Sîstan û Belûçistan ya li Başûrê Îranê, belav kiriye ku, Fermandarê hêzên ewlekarî yên rejîmê li vê eyaletê tecawiza keçeke 15 salî kiriye.

Li gor nûçeyê, ev rayedarê rejîmê, di dema lêpirsîn kirin ji keçeke 15 salî, tecawiza vê keçê kiriye.

Malbeta keça tecawiz lêkirî jî doz vekirine lê hêzên ewlekarî yên eyaleta Sîstan û Belûçistanê gef li vê malbetê kiriye daku, doza xwe paşde vegerîne lê, malbet ev yek qebûl nekiriye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.