Duhê bişev pevçûn di navbera welatiyên Kurd û hêzên rejîmê de çê bû.
Duhê piştî veşartina cenazeya Mehsa Emînî, ev keça Kurd ya xelkê Seqizê yaku, li Tehranê di encama eşkenceyê de canê xwe ji dest dabû, li bajarê Rojhilatê Kurdistanê xwepîşandanên mezin dijî rejîmê çê bûn.
Di encama xwepîşandanên han de bi tenê li Seqizê welatiyek canê xwe ji dest da û 13 welatiyên din jî birîndar bûn.
Herwiha li Sine, Merîwan, Kirmaşan, Kamiyaran û çend bajarên din jî xwepîşandanên mezin çê bûn û hêzên rejîmê jî êrîşî ser welatiyên Kurd kirin û çend welatiyên Kurd hatin birîndarkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin