Ajansa etomiya cîhanê daxuyaniyek dijî Îranê weşand

welatên cîhanê Îran tawanbar dikin û dibêjin Îran pêbendî peymanan nebûye.
کوردستان TV
100%

Daxuyanî duhê ji aliyê nunerê Almanyayê ve hate xwendin.

Duhê sêşem ajansa etomiya cîhanî bo giftûgo kirin li dor bernameya etomiya Îranê û hewldanên Îranê yên bo binpê kirina peymanên cîhanî yên îmzekirî derbarê bernameya etomî de û danûstandinên navbera welatên cîhan û Îranê civînek lidar xist.

Di civînê de gelek rexneyên dijwar li Îranê hatin kirin û 56 welatên endam yên vê ajansê, daxuyaniyeke hevpar li dijî Îranê îmze kirin.

Ev daxuyanî ku, ji aliyê nunerê Almanyayê ve hate xwendin, qala vê yekê dike ku, rejîma Îranê pêbendî peymanan nebûye û hevkarî li gel nuner û komîteyên taybet yên ajansa etomî nekiriye.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de ev yek hatiye diyarkirin ku, Îran bo xwe naxwaze ku, rêkeftineke nû di navbera Îran û welatên cîhanê de derbarê bernameya etomiya Îranê de were îmzekirin.

Weke tê zanîn Îran jî di vê derbarê de welatên cîhanê tawanbar dike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.