Operasiyonên rejîma Îranê dijî welatiyên Kurd didomin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, operasiyonên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê didomin.
Hengawê belav kiriye ku, duhê li bajarê Pîranşarê ya li Rojhilata Kurdistanê hêzên rejîma Îranê operasiyonek lidar xistine û di encama operasiyona han de 6 welatityên Kurd binçav kirine.
Ev welatiyên han ji aliyê îtlaata Îranê ve jiber sedemên ku, heta niha nehatiye eşkerekirin hatine girtin û hîn jî çarenivîsa wan nediyare û rixmî hewldanên kesûkarên wan lê heta niha îtlaat derbarê çarenivîsa wan de ti zaniyarî nedaye kesûkarên wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin