Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Rûsyeyê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Rûsyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Konsulusê giştî yê nû yê Rûsyeyê li herêma Kurdistanê birêz Maxsim Rubin kir.
Jiber destbikar bûna wî me pîrozbayî lê kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Konsulusê giştî yê Rûsyeyê jî xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê diyar kir.
Rewşa giştî ya Îraqê, girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê, mijarên din yên civîna me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin