Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Kuwaitê civiya.
Îro çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Kuwaitê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Konsulusê nû yê giştî yê Kuwaitê li herêma Kurdistanê birêz Osman Dawûd Eldawûd kir.
Me ji ber destbikar kirina wî pîrozbayî li wî kir û bo pêşde birina têkiliyên dostane yên di navbera herêma Kurdistan û dewleta Kuwaitê de di pîwerdariya nû de jê re jî hêviya serkeftinê xwest.
Konsulusê giştî yê Kuwaitê jî kêfxweşiya xwe ya li hember destbikar kirina xwe li herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyên pir alî li gel herêma Kurdistanê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin