13 welatiyên din hatin revandin

bo azad kirina wan daxwaze pereyan ji kesûkarên wan tê kirin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê cîhadiyên Tirkiyeyê ve hatine revandin.

Li gor zaniyariyên berdest, di rojên derbasbûyî de komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê, 13 welatiyên din yên Kurd revandine.

Hate zanîn ku, welatiyên Kurd yên revandî piraniya wan jin û kalemêrin û bo cîheke nediyar hatine veguhastin û komên cîhadî peywendî bi kesûkarên wan re kirine û bo azad kirina wan daxwaza pereyan kirine.

Weke tê zanîn ku, Efrîn di Aadara 2018an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagîrkirin û ji vê demê ve heta niha prosesa guhertina demogirafiya Efrînê û revandina welatiyan berdewame.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.