Koreya Başûr jî 1 miliyon dolar hevkariya Îraqê dike.
Wezareta çavkaniyên avê ya Îraqê ragihandiye ku, jiber nebûna baran barîna pêwîst, Îraq îsal rastî hişkesaliyeke bêhempa hatiye ku di nava 90 salên derbasbûyî de mînaka vê nehatiye dîtin.
Di daxuyaniya wezaretê de herwiha hatiye diyarkirin ku, sedemeke din ya hişkesaliyê jî qut kirina avê ye li ser Îraqê ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve û hişkesaliya ku, îsal li Îraqê hatiye dîtin ji sala 1933 ve heta niha nehatiye dîtin.
Ji aliyeke din ve Koreya Başûr jî biryar daye daku, di çarçoveya bernameya cîhaniya xwerakê de bi qasî 1 miliyon dolar hevkariya Îraqê bike daku, li hember hişkesaliyê tedbîrên pêwîst bistîne.
Koreya Başûr vê hevkariya wan Cotkar û xwedan sewalên başûrê Îraqê bike ku, jiber hişkesaliyê dev ji gund û deverên xwe yên li başûrê Îraqê berdane.
Weke tê zanîn hişkesaliyê bandoreke gelek mezin li ser başûrê Îraqê kiriye û jiber vê yekê gelek gund û dever hatine valakirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin