Serokê herêmê li gel balyozê Qeterê civiya.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Qeterê yê li Îraqê Xalid Bin Elsilêtî kir.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera Îraq û herêma Kurdistanê yên li gel Qeterê, rewşa siyasiya Îraqê, pêşhatên dawî û hewldanên Qeterê yên bo vekirina Konsulusxaneya giştî ya Qeterê li Herwlêrê hate kirin.
Herwiha nirxandin li ser derfetên hêlbirîna Qeterî li herêma Kurdistanê û amadekariyên vê welatî bo organîzekirina mondiyala 2022an ya cîhanî jî hate kirin.
Her di heman civînê de her du alî tekez li ser xwesteke Kurdistan û Qeterê bo zêdetir pêşde birina têkilî, hevkariya hevbeş û afirandina derfetên goncaw bo hêlbirîna Qeterî di warê curbicur li Kurdistan û Îraqê de kirin û balkêşandine ser girîngiya geştên raste rast yên Qeterê bo Kurdistan û Îraqê.
Girîngiya aramiya siyasî ya Îraqê bo deverê, têkiliyên Îraq û herêma Kurdistanê yên li gel welatên cîran û çend mijarên din yên cîhê girîngiya hevbeş, mijarên din yên vê civîna han bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin