Îsraîl sîstema berevaniya mûşekî dide Almanyayê

ev sîstema han li dijî mûşekên balistîkiye.
کوردستان TV
100%

Di navbera Îsraîl û Almanyayê de rêkeftin hatiye îmzekirin.

Serokwezîrê Îsraîlî Yair Lapid ragihand ku, di navbera Almanya û Îsraîlê de derbarê kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya Hits 3 ya Îsraîlî rêkeftinek hatiye îmzekirin.

Lapid eşkere kiriye ku, li gor rêkeftina han, Almanya bo bihêztir kirina sîstema berevaniya asmanî ya xwe, vê sîstema berevaniya asmanî ya Hits 3 ya Îsraîlî bikire.

Ev sîstema han sîstemeke antî mûşekî ya balistîkiye ku, bi hevbeşiya navbera Amerîka û Îsraîlê hatiye çêkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê qala buhayê sîstemê yaku, bi Almanyayê were firotin eşkere nekiriye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.