Generaleke mezin yê Rûsî hate girtin.
Li gor çapemeniya cîhanî, şerê di navbera artêşa Rûsye û Ukraynayê berdewame û di wan rojên dawî de artêşa Ukraynayê kariye li rojhilatê welat derbên gelek dijwar li artêşa Rûsyeyê bide.
Li gor çapemeniya cîhanî, duhê artêşa Ukrayna li Khersonê rixmî pêşrewiyeke gelek mezin ber bi sînorê Rûsyeyê ve, hevdem kariye derbeke din ya gelek dijwar li artêşa Rûsyeyê bide û generaleke mezin ya Rûsî jî binçav bike.
Artêşa Ukraynayê jî vîdeoya dema girtina generalê Rûsî û hinek leşkerên din yên Rûsî li ser hesabê xwe yê fermî belav kiriye.
Ev generalî girtî, yek ji rayedarên herî mezin û jêhatî yê Rûsî bû ku, di şerê Ukraynayê de beşdar bû û temena wî jî 53 sale û navê wî jî di nava lîsteya tawanbarên cengî deye.
Duhê jî çapemeniya cîhanî diyar kiribû ku, artêşa Ukraynayê kariye zêdetir ji 700km sêca ji artêşa Rûsyeyê li Rojhilatê welat vegerîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin