Dibêje bila heşda şebî û Seraya Selam ji pîwerdariyên ewlekarî werin dûrxistin.
Aloziyên li Îraqê didomin û heta niha çareseriyeke mayinde jî di navbera aliyan de bo kêşeyên heyî nehatiye dîtin.
Di çarçoveya wan aloziyan de, îro Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir twittek weşand û daxwaz kir ku, koma çekdar ya heşda şebî û Seraya Selam yaku, ser bi tevgera Sedire, ji her cure pîwerdariyeke ewlekarî werin dûrxistin.
Sedir huşdarî li ser vê yekê daye ku, eger ev yek neyê kirin û encamên gelek nebaş derkevin holê.
Heta niha nayê zanîn ku, gelo mebest û armanca Sedir ji vê peyama han çiye.
Weke tê zanîn beriya du hefteyan li Bexdayê di navbera çekdarên Seraya Selam ya ser bi Sedir û koma heşda şebî de şer qewmî bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin