Bi navê xwedê mezin
Îro 61 sal bi ser destpê kirina şoreşa mezin ya Îlonê re derbas dibe, di vê şoreşa mezin ya seraserî ya Kurdistanê de, tevahiya pêkhateyên civakê beşdarî di xebata netewî û dîmokrasîxwaz ya gelê xwe kirin û tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê jî li cem gelê Kurd bi Rêberatiya cenabê Barzaniyê nemir, dijî stem û dagîrkeriyê xebat dan meşandin.
Şoreşa Îlonê şoreşa îrade û baweriya takê Kurd bi xwe bû û herwiha bingeheke bihêz bû ya bo domandina têkoşîn û rûbirû bûna stem û dagîrkariyê.
Şoreşa Îlonê bi nirxên xwe yên mezin, berxwedana Serkirdatî, pêşmerge û gelê Kurdistanê bû sedem ku, doza reva ya gelê Kurdistanê pêngavên gelek mezin bavêje û pêşde biçe bibe çavkaniya hêzê bo qonaxên nû yên xebata gelê Kurdistan û herwiha bû çavkaniya îlhamê bo têkoşer û xebatkarên parçeyên din yên Kurdistanê.
Di bîranîna 61 saliya şoreşa mezin ya Îlonê de, rêza me bo rola dayik, jin û tevahiya wan pêşmerge û xebatkarên qehreman heye ku, di vê serfiraziya nîştimanî de xwedan rol bûne, çi ev qehremanên ku di şoreşa Îlonê de şehîd bûn û çi evin ku, niha di jiyanê de nemane û çi ev zarokên serfiraz ku, di şoreşê de beşdar bûne û nîh jî dijîn. Ev qehremanên han dîrok bo gelê Kurdistanê afirandin û cîhê serfirazîne bo tevahiya me.
Mesûd Barzanî
11ê Îlona 2022an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin