Mesrûr Barzanî: Di warê tendirostî de jî reform dikin

dibêje di nava kerta tendirostî de jî reformên mezin têne kirin.
کوردستان TV
100%

Di merasîma mezûniyetê de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîmek bo mezûniyeta Xwendekarên zanîngeha nûjdarî ya Hewlêrê hate lidarxistin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî dabeş kirina dîplomeyan li ser Xwendekaran, gotarek pêşkêş kir û spasiya Mamosteyên Zanîngehê, tevahiya Mamosteyên Kurdistanê û aliyên têkildar kir û pîrozbayî jî pêşkêşî Xwendekaran û kesûkarên wan kir.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku, pêşeroja welat di destê ciwanan deye û baweriyeke mezin jî bi ciwanên Kurdistanê heye.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji gotara xwe de behsa rola nûjdaran kir û ragihand ku, yek ji erkê sereke ya nûjdaran parastina selametî û canê mirovane.

Serokwezîr di berdewamiya gotara xwe de anî ziman ku, hikûmeta Kurdistanê jî vê di her warî de xizmeteke zêdetir pêşkêşî nûjdaran bike û yek ji erkên sereke yên hikûmetê jî reformên nava sîstema tendirostî ye û bo vê yekê jî çend gav hatine avêtin û gavên hikûmetê bo reforman di nava kerta tendirostî de berdewam dibin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.