Vê li Hewlêrê ber bi Necef û Kerbelayê ve biçin.
Li gel nêz bûna dema çileya Îmam Husên, hatina welatiyên Îranî bo Kurdistan û Îraqê bo beşdarî kirin di çileya Îmam Husên de destpê kir.
Di vê çarçoveyê de duhê yekem karwana welatiyên Îranî bi rêya deriya sînorî ya Hac Omeranê gehêşte Kurdistanê û li cîhên taybet yên ku, bo wan hatine dabînkirin, hatin bicîhkirin û pişt re jî vê ji Hewlêrê ber bi Necef û Kebelayê ve birê bikevin.
Her di heman çarçoveyê de vê îro karwaneke din ya welatiyên Îranî bi rêya deriyên sînorî yên weke Hac Omeran, Başmax û deriyên din derbasî Kurdistanê bibin û ji Kurdistanê jî derbasî Îraqê bibin.
Aliyên têkildar behsa vê yekê dikin ku, vê îsal 500 hezar Îranî bi rêya Kurdistanê serdana Îraqê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin