Îranî li Amerîkayê xwepîşandanê dikin

dibêjin Serokkomarê Îranê berpirsê komkujiyên 20 sal beriya niha ye.
کوردستان TV
100%

Li berdem Netewên Yekgirtî xwepîşandan dikin.

Welatiyên Îranî yên ku, li Amerîkayê dijîn, biryar dane daku, li berdem navenda Netewên Yekgirtî ya li New Yorkê li dijî rejîma Îranê xwepîşandaneke mezin bikin.

Li gor çapemeniya cîhanî, vê di dema civînên civata giştî ya NY de ku, têde Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî têde beşdare û gotar pêşkêş dike, welatiyên Îranî yên li Amerîkayê dijîn xwepîşandaneke mezin lidar bixin û rejîma Îranê mehkûm û şermezar bikin.

Welatiyên Îranî jî Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jiber komkujiyên 20 salên yekem yên şoreşa Îranê şermezar dikin û dibêjin berpirsê wan komkujiyan Îbrahîm Reîsiye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.