Hin alî jî dibêjin Yûnan ne weke Sûriyeyê ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan duhê di konferanseke çapemenî de li Bosna dîsa gef li Yûnanê kir û ragihand ku, vê şevek ji nîşkave êrîşî ser Yûnan bikin û ev ne xewine û ne jî xeyale.
Ev cara sêyeme ku, Erdogan gef li Yûnanê dike lê Yûnan jî gefên Erdogan rexne dike û dibêje em ti carî ser xwe li hember gefan natewînin û nabe welateke endamê NATOyê bi vê rengî gel li welateke din yê ku, endamê NATOye bike.
Ji aliyeke din ve hin nivîskarên navdar yên Tirkiyeyê jî rexne li Erdogan dikin û dibêjin ku, Yûnan ne Sûriyeye ku, Yûnan di hembêza Amerîkayê deye û êrîş kirine ser Yûnan bi wateya êrîş kirine ser Amerîkayê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin