Îsraîl dîsa balefirgeha Helebê bordiman kir

duhê balefirên Îsraîlî êrîşa han pêk anîne.
کوردستان TV
100%

Çalakiyên li balefirgehê hatine rawestandin.

Piştî ku, duhê dengê teqînên mezin li Heleb û derdorê Laziqiyeyê hatin bihîstin, hate ragihandin ku, Îsraîl dîsa êrîşî ser balefirgeha Helebê kiriye.

Çapemeniya Sûrî li ser vê mijarê nûçeyek weşandiye û têde eşkere kiriye ku, duhê balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser balefirgeha Helebê kirine û di encama êrîşê de gelek zirarên mezin yên madî ber balefirgehê ketine û jiber vê êrîşa han, tevahiya çalakiyên balefirgehê hatine rawestandin.

Weke tê zanîn di destpêka Tebaxê de Îsraîl careke din êrîşî ser balefirgeha han kiribû.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.