Hikûmet 23 bendavên din ava dike

ev bendavên han li başûrê Hewlêrê, Gerimiyan û derdorê Dihukê têne avakirin.
کوردستان TV
100%

Bûdce bo çê kirina bendavan tê amadekirin.

Li gor daxuyaniya wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê ya hikûmeta Kurdistanê, hikûmet dest bi amadekariyên xwe yên bo rûbirû bûna hişkesalî û kêm aviyê kiriye.

Li gor daxuyaniyê, vê li hin deverên Kurdistanê yên ku, rêjeya baran barînê li wan deveran 200 mîlîmetre anjî kêmtire, weke devera Gerimiyan, Başûrê Hewlêrê û derdorê Dihukê, bi giştî 23 bendavên din yên biçûk û navend têne avakirin.

Hikûmet bo çê kirina wan bendavan bûdce jî amadekiriye.

Weke tê zanîn kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê gelek girîngî bi projeyên steratejîkî yên jêrxanî dide lewre beriya niha jî biryar li ser çê kirina dehan bendavên gelek mezin dabû û bûdce jî bo wan dabîn kiriye.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.