YE: Gotinên Erdogan dijminkarane û cîhê dilgiranî ne

dibêje Erdogan dixwaze alozî li deverê de zêde bin.
کوردستان TV
100%

Erdogan gef li Yûnanê kiribû.

Piştî gefa Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan li Yûnanê yaku, gotibû, vê şeveke ji nîşkave emê êrîş bikin, hunê çawe Îzmîr jibîr kiriye, Yekîtiya Ewrûpayê jî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewrûpayê de hatiye gotin ku, gotinên Erdogan xizmeta asayîş û aramiya deverê nakin û dibin sedema zêdetir bûna aloziyan li Rojhilatê behra spî.

Yekîtiy Ewrûpayê gotinên Erdogan bi gotinên dijminkarane wesif kiriye û ragihandiye ku weke YE ev gotinên han qebûl nakin û li hember wan gotinan jî gelek dilgiranin. di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Erdogan bi wan gotinên xwe îsbat dike ku, dixwaze li herêmê de alozî zêde bin.

Weke tê zanîn roja şemî Erdogan di gotareke xwe de gef li Yûnanê kiribû û gotibû, hunê niha giravan dagîr dikin ne xema meye, jiber ku, emê şevek ji nîşkave êrîş bikin û her tiştê biguherin ma hun Îzmîr jibîr kiriye.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.