Ev cebelxane ya koma Esayîbî Ehlî Heq bûye.
Li gor çapemeniya Îraqê duhê li navçeya Siwêre ya li parêzgeha Wasît teqîneke mezin di nava cebelxaneyeke koma çekdar ya Esayîbî Ehlî Heq de çê bûye.
Heta niha zaniyariyên hûr derbarê sedema teqînê û zirarên teqînê de nehatine belavkirin.
Lê hin jêder behsa vê yekê dikin ku, teqîn jiber bilind bûna pileyên germiyê çê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin