Gera duyem ya diyaloga nîştimanî ya Îraqê destpê kir

vê nîqaş li ser hilweşandina parlementoyê bikin.
کوردستان TV
100%

Bi Serokatiya Serokwezîrê Îraqê destpê kiriye.

Li gor çapemeniya Îraqê kêliyek beriya niha gera duyem ya diyaloga nîştimanî ya Îraqê di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de destpê kiriye.

Ev diyaloga han li ser pêşniyar û daxwaza Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî destpê kiriye û armanc jê giftûgo kirine derbarê dîtina çareseriyek bo kêşe û qirîza siyasî ya Îraqê.

Biryare di gera duyem ya vê diyaloga han de aliyên siyasî yên Îraqê nîqaş li ser hilweşandina parlementoya Îraqê û hilbijartinên pêşwext bikin.

Ev di demekê deye ku tevgera Sedir daxwaza hilweşandina parlementoyê û hilbijartinên pêşwext dike, lê aliyên di nava çarçoveya hemahengî de ev yek red dikin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.