Di mehekê de zêdetir ji 50 çalavkanên Kurd hatine girtin

46 ji wan jiber çalakiyên siyasî hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di nava mehekê de li seraserê Rojhilatê Kurdistanê 54 çalakvanên medenî yên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Hengawê diyar kiriye ku, 46 kes jiber çalakiyên siyasî, 5 kes jiber kolberiyê û 3 kes jî jiber çalakiyên olî hatine girtin.

Hengawê ev yek diyar kiriye ku, rêjeya girtina çalakvanên Kurd di meha Tebaxê de li gor Tîrmehê sedî 4 kêm bûye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.