Çîn û du welatên Erebî jî di tetbîqatê de beşdarin.
Îro 4ê Îlonê tetbîqata mezin ya Rûsyeyê bi beşdariya Çîn, Hindistan û du welatên Erebî û çend welatên din li Rojhilatê Rûsyeyê destpê kir.
Ev tetbîqata han yaku di nava avên Rojhilatê Rûsyeyê de destpê kiriye vê çend rojan bidome û aliyên beşdar karînên xwe y ên êrîş kirin û berevanî kirinê bicerbînin.
Ev tetbîqata han giranî dide karînên hêzên deryayî û keştiyên cengî bi taybetî di warê êrîş kirin û berevanî kirinê de.
Di tetbîqatê de zêdetir ji 50 hezar çekdar, 60 keştiyên cengî û 140 balefirên şer jî beşdarin.
Ji bilî welatên navê wan hatiye gotin her yek ji Ermenistan, Azerbayican, Cezayîr, Belarûs, Qezaqistan, Qirqîzistan, Laos, Nîkaragoa, Sûriye, Mexûlistan û Tacîkistan jî beşdarin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin