Rûsye daxwaz ji Îranê kiriye hêzên xwe vekêşe

dibêje sedema êrîşên Îsraîlê bo ser Sûriyeyê hebûna hêzên Îranê ye.
کوردستان TV
100%

Jiber êrîşên Îsraîlê Rûsye daxwaz ji Îranê kiriye hêzên xwe vekêşe.

Li gor çapemeniya Îsraîlê, duhê înê, Rûsye bi fermî daxwaz ji Îranê kiriye daku, hinek hêzên xwe li hin deverên Sûriyeyê vekêşe bo ku, êrîşên Îsraîlê bo ser wan deveran neyên dubarekirin.

Rojnameya Tames Îsraîl belav kiriye ku, Rûsye ji êrîşên berdewam yên Îsraîlê yên bo ser Sûriyeyê dilgirane û sedema vê yekê jî Îran û hêzên çekdar yên Îranê bilêv kiriye lewre Rûsye bo dawî anîn bi êrîşên Îsraîlê yên bo ser Sûriyeyê, daxwaz ji Îranê kiriye daku, hêzên xwe yên çekdar û komên çekdar yên ser bi Îranê ji Sûriyeyê werin vekşandin.

Ji aliyeke din ve hefteya derbasbûyî jî Îsraîl li Hemayê êrîşî ser navendeke leşkerî ya Sûrî kiribû ku, weke cebelxaneyê ji aliyê Îranê ve dihat bikaranîn û diencama êrîşa han de bi sedan mûşekên Îranî hatibûn jinavbirin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.