Balefirên Îsraîlî li Heleb û Dîmeşqê dan

armanca êrîşê, balefireke Îranî bûye.
کوردستان TV
100%

Zirarên mezin yên madî çê bûne.

Li gor çapemeniya Sûrî, duhê bişev balefirên şer yên Îsraîlê operasiyoneke berfire birine ser Heleb û Dîmeşqê.

Balefirên Îsraîlî li Helebê, balefirxaneya navnetewî ya vê bajarê bordiman kirine û di encama bordimanê de gelek zirarên mezin yên madî çê bûne.

Tê gotin ku artêşa Îsraîlê jiber daketina balefireke Îranî li balefirgeha Helebê, ev balefirgeh bordiman kiriye lê ev balefir cîhê xwe guhertiye û çûye balefirgeha Dîmeşqê lewre balefirên şer yên Îsraîlê dîsa êrîşî ser balefirgeha Dîmeşqê jî kirine.

Her çend Îsraîl heta niha derbarê encam û zirarên êrîşê de daxuyanî nedaye lê çapemeniya Sûrî behsa çê bûna zirarên madî dike.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.