Li kampa Holê 5 çeteyên DAIŞ`ê û 6 gumanbar hatin girtin

ev çend roje li vê kempê operasiyona hêzên ewlekarî berdewame.
کوردستان TV
100%

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku wan îro 11 kes girtine ku 5 ji wan çeteyên şaneyên DAIŞ`ê ne û diyar kir ku lêpirsîna bi kesên mayî yên biguman re ku girêdayî DAIŞ`ê ne, dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek da û tê de piştrast kir ku wan 11 kes girtine ku 5 ji wan endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ne.

Daxuyanî wiha ye: Piştî ku hêzên me agahî li ser cihên hin çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li kampa Holê wergirtin, hêzên me îro saet di 04:00`ê berbangê de li beşa yekemîn a kampê operasyona serdegirtinê pêk anî. Hêzên me 11 kes girtin ku 5 ji wan çeteyên şaneyên DAIŞ`ê ne. Lêpirsîna bi 6 kesên din ên mayî re berdewam dike ku guman heye girêdayî DAIŞ`ê bin.

Dema lêpirsîna bi wan kesan re bi dawî bibe dê yekser encamp bên parvekirin."

Ji anhayê hatiye wergirtin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.