Serokê PSDK daxwaza civîneke bilez dike

dibêje bila Kurd yekdeng û baldar be.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje lazime Kurd tedbîrên xwe bistîne.

Serokê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd derbarê rewşa Îraqê de peyamek belav kiriye û huşdarî dide.

Mihemed Hecî Mehmûd di peyama xwe de diyar kiriye, vekêşana Sedir ne tişteke cidiye jiber ku piştî 2003an heta niha Sedir çend caran biryarên wisa daye lê pişt re vegeriyaye lê tişta ku vê carê gelek cudaye, dev jikar berdana merceyeta alîgirên Sedire.

Hecî Mehmûd diyar kiriye ku, tişta niha li Bexdayê diqewme, şerê biwekalete û gelek metirsîdare lewre lazime Serkirde û berpirsên tevahiya aliyên syasî yên Kurd bilez bicivin û giftûgiyeke berfire li ser rewşa heyî bikin û bi yekdengî tedbîrên pêwîst jî bistînin.

Nav hatî daxwaz ji Kurd kiriye daku, xwe ji aloziyên navxweyî yên Îraqê bidûr bigre lê lazime baldar be û tedbîran bistîne.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.