Êrîşî ser navçeya Kesik hate kirin.
Piştî ku duhê alîgirên Muqteda Sedir, piştî peyama wî, daketin qadan û şer û pevçûn li Bexdayê çê bû, îro dîsa rewş li Bexda û çend bajarên din yên Îraqê aloz bû.
Her îro danê sibê, hate ragihandin ku bi çar mûşekan êrîşî ser navçeya Kesik hate kirin.
Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Ji aliyeke din ve li Besreyê jî pevçûneke dijwar di navbera çekdarên Seraya Selam ya ser bi tevgera Sedir û komên din yên çekdar de destpê kiriye.
Weke tê zanîn ku di encama pevçûnên şeva derbasbûyî de herî kêm 8 kes hatine kuştin û zêdetir ji 35 kesan jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin