Dibêje Muqteda Sedir ne berpirsiyarê bûyeran dibe.
Rayedarekî bilind paye ji tevgera Sedir bi navê Sebah Saêdî ragihand ku, piştî bi dawî hatina ev dema 72 seatî yaku Muqteda Sedir bo vekêşana tevahiya part û aliyên siyasî yên Îraqê ji prosesa welat, diyarî kiribû, vê tiştên nû biqewmin.
Sebah Saêdî diyar kiriye ku, piştî bi dawî hatina dema han, Muqteda Sedir li hember bûyer û tiştên ku diqewmin berpirsiyar nabe.
Nav hatî diyar kiriye ev kesên ku niha dibêjin em nunerên şîeyanin, di rastî de ne nunerên şîeyanin belku, nunerên siyasî yên hin aliyanin lewre şîe nikarin pêşeroja civakî û oliya xwe bidin destê wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin