Hevpeymaniya cîhanî hevkariya wezareta pêşmerge dike.
Îro şandeke Şêwirmendiya hêzên hevpeymanan serdana wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê kir û şand ji aliyê Serokerkanê hêzên pêşmerge ve hate pêşwazîkirin.
Di civînê de her du aliyan nîqaş li ser prosesa reformên nava wezareta pêşmerge û ava kirina du lîwayên nû yên pêşmerge kirin û şanda hevpeymaniya cîhanî jî ev yek diyar kir ku, hevkariyên locistîkî yên hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge berdewam dibe û herwiha bo ser xistina prosesa reforman jî hevpeymaniya cîhanî hevkariya wezareta pêşmerge dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin