Êrîş li Rojhilatê Kerkûkê pêk hatiye.
Li gor zaniyariyên berdest, îro şemî hijmareke zêde ji Cotkarên Ereb yên ku ji aliyê rejîma Sedam ve bo vê deverê hatine veguhastin û bi Erebên Hawirde têne nasîn, êrîşî ser Cotkarên Kurd yên li deverê kirine.
Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku, hijmareke zêde ji Cotkarên Ereb û Erebên hawirde, li gundê Çexmaxe ya li Rojhilatê Kerkûkê êrîşî ser Cotkarên Kurd kirine û Cotkarên Kurd jî bersifa êrîşa wan dane.
Şêniyên gundê jî qala vê yekê dikin ku ev erebên han jiber tirsandin û bêrêzî kirin bo me ev êrîşa han pêk anîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin