Ev çend mehe Tirkiye têkiliyên xwe li gel Siûdiyeyê normal kiriye.
Li gor çapemeniya Siûdiyeyê, piştî normal kirina têkiliyên navbera Siûdiye û Tirkiyeyê, liv û tevgerên bazirganî û abûrî jî di navbera wan her du welatan de gelek zêde bûne.
Çapemeniya Siûdî belav kiriye ku, di Tîrmeha 2022an de her du welatan bi qasî 622 miliyon dolar alûgorên bazirganî û abûrî kirine ku li gor Tîrmeha 2021an sedî 73.3 zêde bûye.
Di tîrmehê de Siûdiye 608 milyon dolar mal şandiye Tirkiyeyê û Tirkiye jî 14 miliyon dolar mal şandiye Siûdiyeyê.
Berhemên filizî û kîmiyayî têştên herî zêdene ku Siûdiye şandiye Tirkiyeyê û amûrên elektironîkî jî têştên herî zêdene ku Siûdiye ji Tirkiyeyê hawirde kiriye.
Weke tê zanîn çend sal têkiliyên navbera Siûdiye û Tirkiyeyê nemabûn lê di destpêka îsal de Tirkiye têkiliyên xwe yên li gel Siûdiyeyê normal kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin