Serokwezîr li gel Parêzgarê Urmiyeyê civiya

behsa têkiliyên navbera her du aliyan de hate kirin.
کوردستان TV
100%

Parêzgarê Urmiyeyê bo beşdarî kirin di civîna hevbeş ya li gel Parêzgeha Hewlêrê serdana Hewlêrê kiriye.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Urmiyeyê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand

Îro sêşem 23ê Tebaxê me pêşwaziya Parêzgarê parêzgeha Azerbayicana Rojava li Komara îslamiya Îranê birêz Mihemed Sadiq Mutemêdiyan kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Îranê li Hewlêrê birêz Nesrulah Reşnûdî jî têde beşdar bû, me behsa têkiliyên navbera her du aliyan bi taybetî liv û tevgerên bazirganî û asankarî bo hatûçûya torîstan li ser esasê berejwendiyên hevbeş kir.

Di mijareke din ya civînê de me behsa girîngiya hemahengî û hevkariya navbera her du aliyan bo rûbirû bûna bandorên nerênî yên keş û hewayê, kêm avî bi rêya bidest anîn û fêde wergirtina hevbeş ji çavkaniyên avî di navbera her du aliyan de kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.