Di nava 7 mehan de sedî 30 zêde bûye.
Li gor pisporên abûrî yên Îraqê, liv û tevgerên abûrî û bazirganî yên di navbera Îraq û Çînê de zêde bûne.
Pispor qala vê yekê dikin ku di nava 7 mehên îsal de, henardeya Çînê bo Îraqê sedî 30 zêde bûye û gehêştiye 7 miliyar û 500 miliyon dolar.
Ev di demekê deye ku di 7 mehên yekem yên sala 2021an de rêjeya henardeya Çînê bo Îraqê 5 miliyar û 800 miliyon dolar bûye.
Pispor dibêjin ku eger heye heta dawiya salê rêjeya henardeya Çînê bo Îraqê bigehêje 13 miliyar dolaran ku ev jî dibe rêjeya herî mezin di nava 5 salên derbasbûyî de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin