Her du aliyên Demokrat lihev kirin

ji niha û pêde di bin navê partiya demokrata Kurdistan/ Îran xebatên xwe dimeşîne.
کوردستان TV
100%

Piştî 16 salan lihev hatin.

Her du balên partiya demorkata Kurdistan/ Îranê piştî 16 salan cuda bûnê, duhê bi merasîmeke fermî lihev kirina xwe û yekgirtina xwe bo raya giştî ragihandin.

Her du baskên partiya demokrata Kurdistan (Rojhilatê) ku bi navên hizba demorkata Kurdistan û partiya demokrata Kurdistan/ Îran bi awayeke cuda xebatên xwe dimeşandin, duhê piştî 16 salan parçe bûn û dabeşbûnê, bi merasîmeke fermî bi beşdariya kadir û alîgirên wan her du baskan, yekgirtina xwe ragihandin.

Ev her du baskên han ji niha û pêde di bin navê partiya demokrata Kurdistan/ Îran, xebatên xwe didomînin.

Ev yek girtina han ne tenê bûye cîhê kêfxweşiya Rojhilatiyan belku, bûye sedema destpê kirina qonaxeke nû ya têkoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê.

Herwiha hate zanîn ku jibe rev pêngava han, gelek berpirs  û rayedarên ev her du baskan ku beriya niha dev ji xebatê berdabûn û niha li Ewrûpayê dijîn, ragihandine ku jiber yekgirtinê vê dîsa vegerin nava refên partiyê û dest bi xebatên xwe bikin.

Weke tê zanîn partiya demokrata Kurdistanê sala 1945an li Mehabadê ji aliyê Serokkomarê vê demê, Qazî Mihemed ve hatiye damezrandin.

Partiya han piştî çend salan xebat û têkoşîna berdewam, û teror kirina çend rayedar û Serokên vê ji aliyê rejîma Îranê ve, di kongreya xwe ya 13an de rastî kêşe û parçebûnê hat û bi qasî 16 salan di çarçoveya du baskan de xebatê xwe domand.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.