Îmarat û Îran têkiliyên xwe normal dikin

têkiliyên navbera wan di sala 2016an de hatibûn rawestandin.
کوردستان TV
100%

Vê di rojên pêşde Îmarat balyozê xwe bişîne Tehranê.

Li gor nûçeyeke kanala Cizîre ya Îmaratî, wezareta derve ya Îmaratê ragihandiye ku Îmarat biryara normal kirina têkiliyên xwe yên dîplomatîkî li gel Îranê daye.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Îmaratê de hatiye diyarkirin ku, bo normal kirina wan têkiliyan, biryare di rojên pêş de Îmarat balyozeke nû bo Tehranê bişîne û ji nûve dest bi têkiliyên dîplomatîkî li gel Îranê bike.

Weke tê zanîn Îmarat di sala 2016an de jiber êrîşên ser balyozxaneya Siûdiye li Tehran û Meşhedê, têkiliyên xwe yên li gel Îranê rawestandibû.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.