Giftûgo derbarê buhayê petrolê de dike.
Li gor çapemeniya Japonê, biryare di vê mehê de Serokwezîrê vê welatî serdana hin welatên Erebî weke Siûdiye, Îmarat û Qeterê bike.
Çapemeniya Japonî diyar kiriye ku armanc ji vê serdana han giftûgo kirine derbarê kontrol kirina buhayê petrolê û herwiha hevseng kirina henarde kirina petrolê ye li bazarên cîhanî de.
Di nava 2 salan de ev yekem serdana rayedarekî Japoniye bo Rojhilata Navîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin