Muqteda Sedir civîna han boykot dike.
Duhê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî daxwaz ji Serkirdeyên aliyên siyasî kiribû daku bo giftûgo kirin li ser rewşa niha ya Îraqê dest bi diyaloga nîştimanî bikin û roja çarşemê bicivin.
Hate zanîn ku gelek Serkirdeyên aliyên siyasî qebûl kirine ku beşdarî di civîna îro de bikin, lê Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir civîn boykot kiriye û ne amadeye ku li gel aliyên din bicive.
Ji aliyeke din ve koma çekdar ya hizbulaha Îraqê jî gef dike û dibêje eger rewş wisa be em neçarin tedbîrên meydanî bistînin û rê nedin ku rewşa Îraqê ji vê zêdetir aloz bibe.
Ji aliyeke din ve biryare roja şemî li Bexdayê alîgirên Sedir xwepîşandaneke miliyonî organîze bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin